Gotûbêja X. Mîrasa Miradê Kinê /Miradê Kinê’nın Mirası. Stêr E Neco. Bi Minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî /Kürt Dili Bayramı Münasebetiyle. 14 Gulan 2014. Saat: 10.00

Image

Konferans / Gotûbêj

Roj: 14 Gulan/Mayıs, Çerşem/Çarşamba

Saat: 10:00

Cih: Artuklu Üniversitesi. Rektörlük Binası. Vali Koçaklar Salonu

Mîrasa Miradê Kinê 

Dibêjin ku rojekê ji rojan, Îsa yê Kinê wenda bû. Vir û dera han, lê mixabin nehate dîtin û xuya nekir. Piştî demekê ber êvarekê li dergehê mala xwe dixe û jina wî derî jê re vedike. Îsa yê Kinê çîroka xwe weha dibêje; Ez hatim revandin. Dibêje ku ew ji alî cin an ve hate revandin ji bo ku di daweta keça Mîrê Cin an de li kemançê bixe hatiye revandin. Ji ber çi Îsa yê Kinê tê revandin? Îsa yê Kinê di herêma xwe de dengbêj û mitirbekî bi nav û deng bû. Tê gotin ku Îsa yê Kinê strana Derwêşê Evdî û Edûlê bi awayekî pirr xurt digot, ji ber ku Îsa yê Kinê dengbêjekî hendê zane û mezin bû Mîrê Botan pirr qedr û hurmet didayê. Tê gotin ku Îsa yê Kinê dema ev stran distirand sê heyvan dom dikir û bi taybet wî ev stran ji Mîrê Botan re digot. Îsa yê Kinê, ku dema bahsa xwe ya mêvandariya cin an dike, hidek tiştên balkêş tîne ziman. Dibêje ku wî di daweta keça Mîrê Cin an de bi awayekî din li kemançê dixist. Dibêje ku ew sêhr ji cin an bi xwe gihaye wî, ku ew lêxistin weyan ew meqam a niha jî di nav mitirbên derdorê de weke meqamê tiliyê cin an tê binav kirin. Li gor ku Îsa yê Kinê dibêje, dema ew ji cem cin an vedigere, Mîrê Cin an heqdest û xelata wî didiyê de. Xelata wî xurcikek tije zêr e, lê ji bo ku hilgirtina xurcikê sivik be, Mîrê Cin an bi sêhra xwe dike ku zêr bibin pelê pîvazan û herweha ji Îsa re dibêje ku divê ew li mal devê xurcika xwe veke. Dema Îsa bi rê de tê, ew her meraq dike, gelo ka çi di vê xurcikê de ye ku hewqas sivik e? Gelo Mîrê Cin an çi xelat pê daye? Dema ew devê xurcika xwe vedike û ber bi erdê dide, dibîne ku tev pelê pîvaza ne! Hew çend pel di binê xurcika wî de dimênin, dema ew destê xwe diavêje wan û destê wî li wan pelan dikeve, ew pelê pîvazan dibin zêrên Reşadî!.

Binemala mala Kinê bi eslê xwe digihin Şingalê. Ji beriya sed salan de ew li herêma Basqil a Hevêrka dijîn û li Herêma Torê bi giştî hunermendiya xwe dikin.

Image

Miradê Kinê neviyê Îsa yê Kinê ye, ew di sala 1941 de, li gundekî biçûk bi navê Gêra Cahfer ku bi ser Kercewsê ve ye, ji dayik bû ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Îsa yê Kinê ye. Dibêjin ku Îsayê Kinê beriya sed salî ji biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cî bû ye. Eslê xwe ji derdora Şingalê ne. Miradê kinê heta çarde saliya xwe Li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Mirad di biçukatiya xwe de pirtirîn bi ap û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Di çarde saliya xwe de êdî hêdî hêdî xwe dibîne û ber bi xweseriyê diçe û bi awayekî profesyonel li ser muzîk û kemançê rawestiya ye û baş fêr bûye, em dikarin bêjin ku ew gihiştiye asta vîrtioziyê. Dibêjin ku rojekê Mirad ligel apê xwe Usiv di civateke hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê runiştiyê civatê pirsa wî ji Usiv dikin. (Usivê Zekiyayê ku ap û xezûrê Mirad bû.) Tê gotin ku Usiv hûnermendekî mezin bû. Dibêjin şagirtê te kiye; Usiv dibêje biraziyê min e. Ew jî hûnermend e, li kemançê dixe û distirêne. Li ser vê pirsa han Mirad radije kemança xwe û sitrana Bavê Seyrê dibêje. Dibêjin ku her çendî Usiv sitrana Bavê Seyrê xweş distirand lê tê gotin ku Mirad li apê xwe zêde kiriye. Piştî wê civatê êdî Mirad bi sitrana Bavê Seyrê tê naskirin. Ku ez bi xwe jê re “ Bavê Seyrê ” dibêjim. (Sitrana Bavê Seyrê efsaneya evîna Seyrê û Eliyê Memed e.) Piştî demekê navê Mirad belav bû roj bi roj hat naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de. Mirad gihişte xweseriyek hûnerî û sitîla xwe û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bû bû Miradê Kinê. Dema ku em li çand u hûnera Miradê Kinê dinerin em raserî hûnereke pirr dewlemend dibin. Miradê Kinê ne tenê kemançevaneke ku di dawetan de li kemançê dixe, ew dengbêjekî mezin û xwedî repertuwareke fereh e. Di vê hunerê de, bes ne tenê muzîk lê herweha şano, reks û wêje jî roleke xwe pirr girîng heye. Tişta ku Miradê Kinê ji wan hûnermendên din cuda dike, ew e ku Mirad di hûnera xwe de rexnegirekî civakê ye. Ew çavdêriya civakê pirr xurt dike û rexneyên xwe di nav sitranên xwe de dihûne. Di çanda Mitirbiyê de xaleke herî girîng jî ew e ku erotîzm weke hêmayek e pirr girîng û xweşik cî digre. Dema em têne cem Miradê Kinê em dibînin ku wî ji wê çandê pirr tişt wergirtiye lê weke enstrument û weke naverok li wê tişta folklorîk pirr tiştên nû zêde kirine. Ji peywendiyên kesayetî ta digihîje peywendiyên civakî û cinsî, em dikarin vê tevê di hûnera Miradê kinê de bibinîn. Miradê Kinê qonaxeke di navbera hûnera folklorik û ya nûjen de. Û Mirad bi dengê xwe jî pirr bi hêz e. Wekî ku Kurd jî dibêjin dengê Miradê Kinê weke zengilê ji cam e. Ev çanda hanê her çendî cudahiyek tê hebe jî, li pirr herêmên Kurdistanê derdikeve pêşiya me. Ji Şingalê bigre ta beşek ji Rojavayê Kurdistan li serxetê jî, ji derdora Dêrika Çiyayê Mazî û Beriya Mêrdîn û Torê û herêmek ji Xerzan digire ber xwe ta ku digihîje Colemêrgê û dadikeve Rojhilatê welêt û beşek ji Behdinan. Her dera ku Mirad diçuyê de, gel xwe digihand Mirad ji bo ku li dengê wî guhdar bikin û heger bikaribin kaseteke xwe li ber dengê wî bigrin. Civat li derdora wî digeriya. Herweha ji bo dawetan/zemawendan diçû bajar û metrepolên Tirkiyê û Kurdistanê. Di dawiya temenê xwe de Li Sêrtê di karekî dewletê de bû. Çar sal temenê xwe Li Sêrtê borandiye. Di sala 1984 an de, beriya sersalê bi 12 rojan seet yekê şevê kirîzekê derbas dike û wî dibin nexweşxaneya Sêrtê. Seet sisiyê şevê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Miradê Kinê gora xwe li Sêrtê li Goristana Şêxilhilo ye.

Meqam û stîlên kemançê

Çand a kemançê pirr zengîn e. Li herêmê du şêwe derdikevin pêşiya me. Yek jê ew e ku kesên ku wek mitirb tên binavkirin şêweyê wan e. Ya din qereçiyê kul i herêmê dijîn şêweyê xwe heye. Ferq di navbera van her du şêweyan de ew e ku mitirb kemançê di nav dengbêjiyê de bikartînin lê qereçî bêhtir weke amûrekê jê sûd werdigrin ji bo ku derbirîna xwe ya qerfî bixemilînin. Di repertuwara mitirban de meqam hene, bi taybet li herêma Torê pirr meqamê xwe cuda hene. Her zêweke (festival) Torê meqamek û ritmeke xwe cuda heye. Di zêwên herêmê de mitirb roleke xwe girîng hene ku ew di şahiyên zêwan de her amade ne û li her zêwek meqamekî xwe xweser heye ku ev mitirb dizanin ew dê kîjan meqaman lê bixin. Dema em li Hunermendê weke M Eliyê Kercosî, Brahîmê Eliyê Yasîn û Ehmedê Reşîdê Kinê û pirr kesên din guhdar dikin, em dibînin ku di vê hunerê de meqam û ritmeke folklorik a dewlemend heye.

Em ê di vê xwendina xwe de hewl bidin bi taybet çand a mitirbiyê binasin. Mitirb kî ne? Ji kê re mitirb tê gotin? Wekî din, em ê analîza kemançê bikin ka gelo ev çi enstrumane? Kemançê rola xwe di muzîka herêmê de çiye? Lê bi taybet em ê binerin ka Miradê Kinê kiye û di nav çand a mitirbî û dengbêjiya Kurdî de ciyê xwe li çiye? Hunera Miradê Kinê pirr zengîn e. Em ê çend analîzan li ser zimanê, sitran û şêweya gotinên wî bikin.

Image

Stêr E Neco, sala 1974 an li gundê Arnas bi ser Midyadê ve ji dayik bûye. Wî di şeş saliya xwe de li gundê xwe dest bi xwendina dibistanâ seretayî kiriye, Piştî sala sêyemîn ew derbasî dibistana ( Yatili Bolge Okulu ) ya Kercewsê dibe. Sala 1987 ew diçe li Stenbol bi cih dibe. Ji sala 1993 yan heta 1997 an li Kargeha wênesaz Avni Memedoglu dersên perspektîf û wêneyê distîne. Di salê ku Universiteya Azad li Stenbol vebû, dersên Feylesofî û Estetîkê dişopîne. Ji sala 1994 heta 2004 lêkolînê li ser mitirban bi taybet li ser Miradê Kinê dike. Ew nivîs û lêkolînê xwe di kovara Jiyana Rewşen de diweşîne. Ji sala 2004 ve weke penaber li Holenda dijî û hemwelatiyê Holendaye. Di navbera sala 2007-2011 de li Akademiya Hunerên Ciwan, (Academie Minerva li bajarê Groningen) Beşa Autonomi dixwîne. Di sala 2011-2012 de li Akademiya Huner ya Maastricht beş a Mamosteyiya Huner diqedîne û di heman Akademiyê de dersên huner dide.

This entry was posted in Uncategorized and tagged , , , . Bookmark the permalink.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s